Li Konyayê şofêrek xwe daleqand
Serokatîya Ragihandinê destnîşan kir li Konyayê şofêrekî bi navê Mevlut Çankaya li Garaja Kamyonan a Konyayê întîhar kir.
![Li Konyayê şofêrek xwe daleqand](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/qsiabimxTH86hZJqEvNi_GivYLQ=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/08/li-konyaye-soferek-xwe-daleqand-d9191eb4.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin kesê bi navê Mevlut werîsekî bi pêşîya TIRê ve kiriye û xwe daleqandiye.
Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin di encama otopsîya ku hat kirin de derb, birîn û tiştekî din nehatiye tespîtkirin û di encama lêkolîna ku derheqê wî de hat kirin de hat tespîtkirin ku Mevluy Çankaya û xanima wî li hev nakin û li ber dev ji hev berdanê ne û ev nêzî 5-6 salan xanima wî li mala bavê xwe ye.(ÎLKHA)