Li Burundîyê ji goristanên komî zêdetirî 6 hezar cesed derketin
Di sala 1972yan de li Burundîyê li dijî Hutuyan qetlîamek hatibû kirin, di encama xebatên ku hatin kirin de goristanên komî yên ku ji wê demê mane hatin dîtin.
Di 6 goristanên komî yên ku li herêma Karusîyê hatin dîtin de 6 hezar û 32 cesed hatin derxistin. Li herêma ku lê goristanên komî hatin derxistin gelek berik hatin dîtin.
Derbarê mijarê de ji teref Serokê Komîsyana Haqîqet û Lihevkirinê Pierre Kilver Endicare ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Pierre Kilver Endicare di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ji gorên komî yên ku hatine tespîtkirin tevde 6 hezar û 32 cesed hatine derxistin û nasnameya hinek ji wan hatiye tespîtkirin.(ÎLKHA)