Kurdistan û Hollanda dixwazin peywendiyên xwe bihêztir bikin
Di çarçoveya 2yemîn roja Konferansa Asayişê ya Munchenê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Serokwezîrê Hollandayê Mark Rûte civiya.
Di civînê de, pirsa berferehkirina pêwendiyên di navbeyna herêma Kurdistanê û Hollandayê de, her weha hevkariya Hollandayê ji bo hêzên Pêşmerge di şerê dijî terorê de, hatin gotûbêj kirin. Mark Rûte ragihand, ku peywendiyên wan ên bihêz ligel Herêma Kurdistanê hene û giringiyek zêde bi Hewlêrê didin.
Di beramber de, Mesrûr Barzanî ragihand, ku ew dixwazin, peywendiyên xwe ligel Holenda di hemû waran de pêş bixin.(ÎLKHA)