Wezîr Çavuşoglu hevdîtina ku di warê Îdlîbê de bi Rûsyayê re hat kirin nirxand
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê destnîşan kir “Ew ê sêşemê heyeta me biçe Moskovayê, berî niha heyeta Rûsyayê hatibû Enqerê. Ew ê hevdîtinên me berdewam bikin.
![Wezîr Çavuşoglu hevdîtina ku di warê Îdlîbê de bi Rûsyayê re hat kirin nirxand](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/_c5q5ArCZGjDzghbeseadB3BoNw=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/07/wezir-cavusoglu-hevditina-ku-di-ware-idlibe-de-bi-rusyaye-re-hat-kirin-nirxand-61347a99.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Çavuşoglu di civîna hevpar a çapemenîyê ya ku bi Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heîko Maas re kir de destnîşan kir ew digel Rûsyayê hewl didin pevçûnên ku berdewam dikin bidin sekinandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dixwazin Almanya, welatên Ewrûpayê û Yekîtîya Ewrûpayê mîna Amerîka û Îngîlterê destekê bidin me. Ger em van pevçûnan nedin sekinandin ew ê trajedîyeke mezin a însanî pêk were.”
Çavuşoglu di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir a muhîm tesîskirina agirbestê ye û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Rejîm bes êrîşî însanên bêsûc û guneh nake, bi heman awayî êrîşî leşkerên me yên li xalên çavdêrîyê jî dike. Ne mimkûn e ku em li dijî vê yekê bêdeng bisekinin.”(ÎLKHA)