Talîban û Amerîka di warê agirbestê de li hev kirin
Hat diyarkirin Talîban û Amerîka di warê agirbesta ku dê di demeke zêde de bikeve mêrîyetê de li hev kirin çêbûye û ev peyman dê bi xwe re vekişîna leşkerên Amerîka ya ji Efxanistanê jî bîne.
![Talîban û Amerîka di warê agirbestê de li hev kirin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/xReNuy5Cpch95FJlQCAtl48kl08=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/07/taliban-u-amerika-di-ware-agirbeste-de-li-hev-kirin-581df605.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî peymanê ew ê ji bo 7 rojan “tundî vê bêkemkirin” û di nav 10 rojên ku van 7 rojan taqîb dikin de jî hêzên hikûmeta Efxan jî di nav de dê hevdîtinên aştîyê bê kirin.
Rayedarekî Talîbanê destnîşan kir ew ê peymana duyemîn di 29ê Sibatê de bê îmzekirin û ew ê pêvajoya gotûbêja navxweyî ya Efxanistanê di 10ê Adarê de dest pê bike.
Rayedarê Talîbanê di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew ê vekişîna leşkerên biyanî peyder pey pêk bê û ew ê ev yek heta 18 mehan berdewam bike.(ÎLKHA)