Li Rihayê êrîşa çekdarî li kargehekê hat kirin: Kesek canê xwe ji dest da
Li Sêwerega navçeya Rihayê êrîşa çekdarî li dikana mobîlyayê hat kirin, di encama êrîşa çekdarî de xwedîyê dikanê canê xwe ji dest da.
![Li Rihayê êrîşa çekdarî li kargehekê hat kirin: Kesek canê xwe ji dest da](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/-QINDbXsmTCD0xWAF9-rR-d5N7U=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/07/li-rihaye-erisa-cekdari-li-kargeheke-hat-kirin-kesek-cane-xwe-ji-dest-da-95bee1e8.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Bûyer li dikana ku li ser Kolana Bazara Nû ya Heywanan a li Taxa Avdalaxa pêk hat. Li gorî îddîayan kesên ku nasnameyên wan nediyar e hatin dikana Vehbî Karadag û bi çekan êrîşî kirin. Di encama êrîşê de xwedîyê dikanê Vehbî canê xwe ji dest da.
Derbarê êrîşê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)