Wezîr Akar: NATO û Ewrûpa divê di warê Îdlîbê de destekê bidin muttefîqê xwe
Wezîrê Parastinê yê Tirkîyê Hulusî Akar derheqê geşedanên dawî yên li Îdlîbê de nirxandinan kir.
![Wezîr Akar: NATO û Ewrûpa divê di warê Îdlîbê de destekê bidin muttefîqê xwe](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/fJVx243_iB-FrOTaqsRORwg265c=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/07/wezir-akar-nato-u-ewrupa-dive-di-ware-idlibe-de-desteke-bidin-muttefiqe-xwe-1b0db801.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Akar di destpêka nirxandina xwe de diyar kir ger rejîma Sûrîyê êrîşî xalên leşkerî û çavdêrîyê bike ew ê bersiveke tund jê re bê dayîn û ew ê mîsîlleme ji êrîşa ku dê bê kirin re bê kirin.
Akar di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew berî niha çendîn caran diyar kirine ku ew ê leşkerên xwe yên li Îdlîbê venekişînin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “NATO û Ewrûpa divê di warê Îdlîbê de destekê bidin muttefîqê xwe.”(ÎLKHA)