• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Li Efxanistanê êrîşa bombeyî: 5 kes canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Parastinê ya Efxanistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê hat diyarkirin, li nêzî Akademîya Artêşê ya Marşal Fehmî ya li Kabîlê êrîşeke xwekuj pêk hat.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di encama êrîşa ku derdora seat 06.50î de hat lidarxistin de 4 leşker û kesekî sîwîl canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Hêj tu kesî êrîşê negirt li ser xwe.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir