• DOLAR 32.459
  • EURO 34.747
  • ALTIN 2437.865
  • ...
Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHAD-UL ULEMAyê:  Quds a temamê Mislimanan e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mîtînga “Quds A Me Ye” ya ku Qada Îstasyonê ya Diyarbekirê bi deh hezar kes beşdarî bûn bi kelecaneke mezin dest pê kir.

Li Qada Îstasyona Diyarbekirê bi hezaran kes kom bûn da ku plana şer û îşxalê ya ku ji teref Trumpê terorîst û îşxalker ve hat daxuyandin telîn bikin. Mîtînga ku bi hezarana kes beşdarî bûn ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember û Cemîyeta Mustazafan ve tê tertîpkirin.

Mîtînga ku ji bo Qudsê tê tertîpkirin bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir û bi axavtina silavdayînê ya mêvanên ku ji derveyî welêt beşdarî mîtîngê bûne berdewam kir.

Di mîtînga ku tê lidarxistin de kesên beşdarvan bênavber tekbîran avêtin û lenet li Amerîkayê îşxalker û siyonîstên terorîst anîn.

Mela Beşîr Şîmşekê Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHAD-UL ULEMAyê di mîtînga Qudsê ya ku berdewam dike de axavtinek kir.

“Quds namûsa me ya Mislimanan e”

Şîmşek di destpêka axavtina xwe de diyar kir ‘Ey xuşk û birayên me, îro em li vê derê fermaneke dînî bi cî tînin’  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em li vê derê ji bo mucahîdên Qudsê alîkarîya xwe beyan dikin. Lewra Quds namûsa me ya Mislimanan e.Quds ji Xweda ji bo me emanet e. Quds qibleya me ya ewil û cihê mîracê ye. Quds cihê izzetê ye û cihê bilindbûna ber bi Xwedê ve ye.Quds ji bo me meseleyeke dînî ye. Ger îro tu kes xwedî li Qudsê derneyê, ger Ereb û Filistînî ji bo Qudsê micadele nekin jî li ser me wacib e ku em ji bo Qudsê micadele bikin.”

“Qudsa ku şerefa Mislimanan e di tehlûkê de ye”

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de hedîseke Pêxember “Kî serê şeveqê şîyar bibe û Mislimanan ji xwe re neke derd ew kes ne Misliman e” di bîran xist û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îro Mislimanên Filistînî her roj ji bo Qudsê şehîd dibin û canê xwe ji dest didin.  Pîrek ji bo Qudsê şehîd dibin. Leşkerên siyonîstan li Mescîda Eqsayê destê xwe dirêjî hîcaba pîrekan dikin. Qudsa ku şerefa Mislimanan e di tehlûkê de ye. Li gorî vê hedîsê em ne Mislimanên heqîqî ne. Çima Quds ket vî halî?Alema Îslamê çima ket vî halî? Di sala 1960î de leşkerên siyonîstan Qudsê şewitandin û serokwezîrê siyonîstan got ‘Wê şevê ez ji tirsan ranezam. Min zen kir ew ê ji 4 alîyê cîhanê Misliman dê êrîşî me bikin. Bû şeveq û tiştê ku ez jê ditirsîyam nehat serê min. Min jî got ku; ji îro pê ve em çi bikin tu kes dengê xwe ji me re nake.Ma fêm kir ku ummeta Îslamê di xwe de ye.’Ji ber vê yekê em di vî halî de ne.”

Şîmşek di dawîya axavtina xwe de diyar kir divê Misliman malên siyonîstan boykot bikin û nestînin û dû re wiha got: “Quds tê firotin, Quds tê îşxalkirin û nahêlin li Qudsê îbadet bê kirin. Ji bo azadîya Qudsê çare biratî ye. Cihû , îsraîl ji mirin û birçîbûnê ditirse.Ger em dawî li ticareta bi wan re bînin, malên wan boykot bikin û ruhê cîhadê îhya bikin ew ê wê demê Quds azad bibe. Em hatin vê derê û me wezîfeya xwe bi cî anî.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir