Rusya: Tirkîye cara duyemîn beşdarî wezîfeya dewrîyê ya hevpar nebû
Di daxuyanîya ku ji teref Moskovayê ve hat belavkirin de hat diyarkirin wezîfeya dewrîyê bes ji teref leşkerên Rûsan ve hatiye îcrakirin.
Serokê Navenda Lihevanîna Terefan a li Sûrîyê yê Rûsyayê Tumgeneral Yurîy Borenkov derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Borenkov di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir “Ji ber ku terefa Tirkîyê beşdarî wezîfeya dewrîyê ya hevpar nebû wezîfeya dewrîyê bes ji teref leşkerên Rûsan ve li herêma Hasekê hat îcrakirin.”(ÎLKHA)