• DOLAR 32.915
  • EURO 35.28
  • ALTIN 2456.733
  • ...
Misliman peyama xwedî derketina Qudsê û beşdarbûna mîtîngan dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kesên ku ji welatên cûrbecûr ji ÎLKHAyê re axivîn hest û ramanên xwe û bertekên xwe wisa anîn zimên:

Fevzî Aslan: “Amerîka li her derê ku diçiyê bi xwe re xwîn, fitn û fesadîyê û anarşîyê dibe.”

Tamer Toker: “Divê li dijî îşxala ku tê kirin bertek bê nîşandan.”

Abdulkadîr Aslan: “Em amade ne ku ji bo Qudsê canê xwe bidin.”

Xelîl Sokucu: “Plana îşxala Filistînê ya çeteyên siyonîst û Amerîka ne ya qebûlkirinê ye. Divê li tevahîya Tirkîyê li temamê bajaran ji bo Qudsê mîtîng bên tertîpkirin.”

Davud Memîş: “Divê em Misliman ji vê qerarê bertek nîşan bidin.”

Serokê Şaxa Diyanet-Sena Diyarbekirê Omer Seven: “Tu kes nikare qibleya me ya ewil a ku ji bo me pîroz e  bifiroşe.”

Alîkarê Serokê Giştî yê MAZLUMDERê Parêzer Nesîb Yildirim: “Em wê peyaman ku ji teref wê rêxistina xeyrî meşrû û îşxalker û Amerîka ve hatiye kirin nas nakin.Em wek MAZLUMDERê hemû kesî vedixwînin mîtîngên ku dê ji bo Qudsê bên tertîpkirin.”

Alîkarê Serokê Şaxa Diyarbekirê yê AGDyê Enes Akdemîr: “îsraîl rejîmeke teror û îşxalê û îllegal e. Ew ê Quds tim û tim paytexya Filistînê be.”

ÎTTÎHADUL ULEMA: “Em plana îxanetê bi tu avayî qebûl nakin. Em ji bo mîtînga Qudsê bang li Mislimanan dikin.”

Remezan Keskîn: Sîyonîst her tim bi îxanetê tên nasîn.Mislimanên ku bibin xwedî şiûr elbet ew ê rojekê wan bisekinînin û heqê wan derkevin. Quds doh a me bû, îro a  me ye û ew ê sibe jî ya me be.”

Serokê Buroya Medyayê yê Koklu Degişimê: “Ew hewl didin ku li ser van axan tu şopa Mislimanan û Îslamê nemîne. Ev bertekên Mislimanan dê wan birêvebirên bêdeng ên welatên Îslamê jî bide hareketkirin.”

Erol Dursun: “Quds a Îslamê ye û ew ê ev qerar ji teref Mislimanan ve neyê qebûlkirin.”

Sema Yenî: “Divê em bibin yek ji gotinê zêdetir dest bi icraatê bikin.”

Ramazan Sayim: “Quds paytexta temamê Mislimanan e. Ez hêvî dikim ku mîtîngên bi vî awayî yên ku bên tertîpkirin bibin wesîleya hişyarîyê.”

Sînan Uzunay: “ Li Filistînê zilm li Mislimanan tê kirin. Divê ji vê zilmê re bertek bê nîşandan û divê Tirkîye di vî warî de gavinan bavêje.”

Harun Çerî: “Quds a me tevan e.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir