• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Saglam: Ez ji Xwedê ji bo wan kesên ku canê xwe ji dest dane rehmetê teleb dikim
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî bê 2 rojan li Miksa Wanê di encama şapeya ku ketibû de 5 kes canê xwe ji dest da û 2 kes jî di bin şapeyê de man. Doh dema ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dihat kirin şapeyeke din ket. Di encama şapeya ku ket de 33 kes canê xwe ji dest dan û 53 kes jî birîndar bûn.

Ji tere Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ve  ji bo 33 kesên ku li Miksa Wanê di bin şapeyê de man û canê xwe ji dest dan peyama tazîyê hat weşandin.

Saglam di peyama ku li ser medyaya civakî belav kir de destnîşan kir “Ez ji bo wan xebatkarên alîkarîyê û temamê wezîfedarên me yên ku li Miksa Wanê di dema lêgerîn û rizgarkirinê de di bin şapeyê de man û canê xwe ji dest dan ji Xwedê rehmetê û ji bo birîndaran jî şifayê teleb dikim. Xweda sebra cemîl bide nasên wan kesên ku canê xwe ji dest dane.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir