• DOLAR 34.2
  • EURO 38.112
  • ALTIN 2906.827
  • ...
Wezîrê Karên Derve yê Îranê derheqê Peymana Sedsalê de bi Îsmaîl Henîyye re hevdîtin kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di hevdîtina ku hat kirin de Zarîf “Projeya Peymana Sedsalê” ya xeyrî însanî ya Trump bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ew li dijî planê destekê didin gelê Filistînê.

Zarîf di hevdîtinê de her wisa diyar kir divê komên Filistînî li dijî planê rabin û dû re wiha got: “Îran ew ê destekê bide micedeleya meşrû ya gelê Filistînê.  Divê di asta navneteweyî de li dijî projeya Amerîkan-siyonîzmê bê derketin.”

Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Şaxa Sîyasî yê Hamasê jî di hevdîtina ku hat kirin de destnîşan kir ew ê her tim li dijî îşxala rejîma siyonîst birawestin û ew  ji ber desteka ku ji wan re tê dayîn ji Îranê teşekkur dikin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir