Li Wanê bi ser ekînên lêgerînê de şape ket
Li Miksa navçeya Wanê bi ser ekîbên lêgerînê yên ku ji bo 2 kesên di bin berfê de mane bên rizgarkirin xebatê dikirin de şape ket.
![Li Wanê bi ser ekînên lêgerînê de şape ket](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/XKUhSnmk5Xm7TOUx1Ozz4YLGIuU=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/06/li-wane-bi-ser-ekinen-legerine-de-sape-ket-e3a9a672.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Walîyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez derbarê mijarê de destnîşan kir “Li ser ekîbên UMKE, AFAD û yên din ên ku ji bo 2 kesên di bin berfê de mane bên rizgarkirin xebatê dikirin de şape ket.”
Hat diyarkirin 25 kesên ku di bin şapeyê de man hatin derxistin û hatin rakirin nexweşxanê. Li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.
Di encama şapeya ku li Miksa Wanê ket de 5 kes canê xwe ji dest dabûn, 7 kes hatibûn rizgarkirin û 2 kes jî di bin berfê de mabûn.(ÎLKHA)