Li Manîsayê di nav 5 deqîqeyan de 5 erdhej pêk hatin
Li gorî daneyên ku ji teref Enstîtuya Lêkolîna Erdhej û Rasatxaneya Kandîllî ve hatine belavkirin li Akhîsara navçeya Manîsayê di nav 5 deqîqeyan de 5 erdhej pêk hat.
Erdheja ewil di seat 04.27an de pêk hat û mezinahîya wê 4.0 bû. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin erdhej 7 kîlometreyan di bin erdê de pêk hat.
Piştî erdheja ewil 4 erdhejên din jî pêk hatin.(ÎLKHA)