• DOLAR 32.343
  • EURO 34.865
  • ALTIN 2390.053
  • ...
Ograş: “Ji bo me a muhîm di jiyana xwe de tetbîqkirina sîyerê ye”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ograşê ku ji ÎLKHAyê re axivî destnîşan kir digel temamê şert û mercên giran ên hewayê ew xebatên xwe didomînin.

Ograş di berdewama axavtina xwe de diyar kir Pêşbirka Sîyerê bi şikleke bê problem hatiye tertîpkirin û dû re ji wan kesên ku keda wan di tertîpkirina pêşbirkê de heye re teşekkur kir.

Ograş di berdewama axavtina xwe de qala pêşbirkê kir û got: “Dibe ku li Diyarbekirê bihar be, lê belê li gelek bajarên Anatolîyayê zivistaneke dijwar heye. Digel vê hewaya serma birayên me hewl dan ku vê îmtîhanê tertîp bikin. Me bi dirûşmeya Wî Bixwîne Wî Bijî da rê. Em vê îmtîhanê tertîp dikin da ku jiyana  Hz. Muhammed ji teref însanan ve di jiyanê de bê tertîpkirin. Ez daxwaz dikim ku ev îmtîhan ji bo ummetê bibe wesîleya xêrê. Xebateke xweş e, meriv pê kelecan dibe. Min li Diyarbekirê li çend mekteban gerîya. Min berîya îmtîhanê de dît ku zarok bi kelecan  û bextewar in.Ev yek me kêfxweş dike û di warê xebatê de ezma me zêde dike.”

 “Îsal 200 hezar kes beşdarî pêşbirkê bûn”

Ograş di berdewama axavtina xwe de diyar kir îsal li 78 bajêran li 254 navçeyan îmtîhan hat tertîpkirin û dû re wiha got: “Misliman îsal jî wek wan salên berê eleqeyeke zêde nîşanî îmtîhanê dan. Îsal 200 hezar kes beşdarî pêşbirkê bûn. Ji bo ku hemû kes beşdarî îmtîhanê bibin me li ser medyaya civakî jî xebat da destpêkirin. Tiştê ji bo me esas hîn bûna jiyana Hz. Muhammed û jiyana wî di heyata xwe de tetbîqkirin e. Ger em vê yekê bikin ji bo gelekî baş e, ji xwe hedefa me jî ev e.”

“Encam  dê di 15 rojan de bên daxuyandin”

Ograş di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew ê encam di 15 rojan de bên daxuyandin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ew ê encam wek peyam ji telefona wan kesên ku beşdarî îmtîhanê bûne re bê şandin. Ew ê kesên beşdarban netîceyeke baş bigirin û ew ê digel malbata xwe kêfxweş bibin.”(ÎLKHA)

VIDEO









Bu haberler de ilginizi çekebilir