Ji ber koronavîrusê hejmara mirîyan derket 304 kesan
Çînê destnîşan kir hejmara kesên ku bi koronavîrusê ketin derekt 14 hezar û 380 kesan û heta niha 304 kes ji ber vîrusê mirin.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Komîsyona Tenduristîyê ya Neteweyî ve hat belavkirin, di encama koronavîrusa ku li Çînê derket heta niha 304 kes mirin û bi 14 hezar û 380 kesan re jî vîrus hat tespîtkirin ku rewşa 2 hezar û 110 kesan giran e.(ÎLKHA)