THY seferên xwe yên Çînê heta 9ê Sibatê da sekinandin
Yahya Ustunê Muşavîrê Çapemenîyê yê Rêyên Asîmanî yên Tirk destnîşan kir ew wek THYê seferên xwe yên Çînê heta 9ê Sibatê dane sekinandin.
Ustun derheqê mijarê de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.
Ustun di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de wisa got: “Ji bo ku rewşa ku koronavîrus jê re bûye sedem û geşedanên dawî li otorîteyên neteweyî û navneteweyî bê nirxandin me seferên xwe yên Pekînî, Gunagzho, Şanagy û Xîanê heta 8ê Sibatê da sekinandin.”(ÎLKHA)