Mirinên ji ber coronavîrusê her ku diçe zêde dibin
Ji ber coronavîrusa ku li Çînê derket holê û belavî dinyayê bû hejmara mirîyan derket 170î.
Ji ber mirinên ku coronavîrus jê re dibe sedem Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê dê bi lezgînî bicive.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha 7 hezar û 711 kes bi vê vîrusê ketin. Tê diyarkirin coronavîrusa ku li Çînê derket holê belavî 15 welatên mîna Almanya, Fransa, Fînlandîya, Mîrektîyên Yekbûyî yên Ereban bûye.(ÎLKHA)