• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Hîzbullah: Di warê redkirina Peymana Sedsalê de divê hemû kes bibe dengek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin, bi wê peymanê qaşo ya aştîyê ya ku ji teref Trump ve hat daxuyandin him axên Filistînê û him jî mafên meşrû tên hedefgirtin û hat gotin: “Em hişyar dikin. Ev plan pir bi xetere ye ku ew ê tesîr li ser temamê herêmê bike û netîceyên neyînî derîne holê.”

Di berdewama daxuyamîyêde hat diyarkirin Amerîka bi salan alîkarîya wî dijminê ku ev bi salan êrîşî gelên Ereb dike, îşxal û qetlîaman dike kir ku îro heman Amerîka teşebûs dike ku mafên meşrû û dîrokî yên Filistînîyan ji destên wan bistîne ku bi vê yekê wî dijminê Mislimanan bi tac dike. Dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Hinek birêveverîyên Ereb him bi şikleke eşkere û him jî bi şiklekî veşartî îxanetê dikin ku ev plan ji ber îxaneta wan derket holê. Ew birêveberîyên ku ji bo îqtîdara xwe biparêzin alîkarîya Filistînê nekirin dê tu carê neyên jibîrkirin û efûkirin. Di warê redkirina Peymana Sedsalê de divê hemû kes bibe dengek.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir