Siûd, Misir û Mîrektîyên Ereban a Yekbûyî destek dan “Plana Aştîyê” ya Amerîkayê
Siûd, Misir û Mîrektîyên Ereban a Yekbûyî bi daxuyanîyên ku belav kirin destek dan “Plana Aştîyê” ya Amerîkayê û îddîa kirin Serokê Amerîkayê Donald Trump hewl dide ji bo meseleya Filistînê çareserîyeke adil û berfireh bibîne.
Di daxuyanîyên ku hatin belavkirin de derbarê mijarê wisa hat gotin:
Wezareta Karên Derve yê Misirê: “Amerîka hewl dide ji bo meseleya Filistînê çareserîyeke adil û berfireh bibîne ku ew ê ev yek feyde bide îstîqrar û aştîya li Rojhilata Navîn.””
Mîrektîyên Ereban a Yekbûyî: “Ev yek teşebûseke muhîm e.”
Siûd: “Em temamê hewlên Trump teqdîr dikin.”(ÎLKHA)