Ew tiştên ku bi Peymana Sedsalê tên plankirin ji bo xelkê Filistînê xetereyeke mezin e
Endamê Meclîsa Neteweyî yê Filistînê Parlementer Abdurrahman Zeyd destnîşan kir ew tiştên ku bi Peymana Sedsalê tên xwestin bên kirin ji bo gelê Filistînê û dahatûya wê xetereyên gelekî mezin in.
![Ew tiştên ku bi Peymana Sedsalê tên plankirin ji bo xelkê Filistînê xetereyeke mezin e](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/o6jgTUGxuWFwzTSFgzwE2wYDL4o=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/05/ew-tisten-ku-bi-peymana-sedsale-ten-plankirin-ji-bo-xelke-filistine-xetereyeke-mezin-e-7a133831.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Zeydanê ku derbarê mijarê de axivî destnîşan kir ji ber Filistîn bûye du perçe û ji ber qeybên di alema Îslam û Ereban de birêveberîya Amerîkayê di lehê siyonîstan de gavan davêje û Amerîka van qeyban îstîsmar dike.
Zeydan di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ji ber ku mehkemekirina Trump û Netanyahu nêz dibe her du jî ji bo ji vê yekê birevin armancên siyonîstan ên li ser axên Filistînîyan hewl didin weke ku tiştekî ferz e bidin qebûlkirin.
Zeydanê ku balan kişand li ser çareserîya problema heyî diyar kir, divê ji bo Filistînê gav bên avêtin û alema Îslamê û Ereban li ba Filistînîyan bin û terka wê xeyala lihevkirina bi siyonîstan bikin ku ji bo Filistîn û Quds bê azadkirin divê civakên Îslam û Ereban bên seferberkirin.(ÎLKHA)