Li Rihayê wesayîta leşkerî qulibî: 4 birîndar
Qezaya li Karakopruyê ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir pêk hat.
Qeza derdora wextên şeveqê de li ser Rêbeja Riha-Entabê li nêzî gundê Kuêuk Anliyê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi zirx a leşkerîyê ya ku aîdî Fermandarîya Tugaya bi Zirx a 20emîn e ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qulibî.
Di encama qezaya ku pêk hat de 4 leşker birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)