• DOLAR 32.579
  • EURO 34.988
  • ALTIN 2457.697
  • ...
Qubbeya Mizgefta Nû ya Malatyayê rûxîya, di Mizgefata Mezin de xisar pêk hat
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber rûxîn û xisara ku pêk hat ji bo demekê Mizgefta Nû ya Malatyayê ji  îbadetê re hat girtin.

Yakup Ozpolatê ku derheqê bûyera ku pêk hat de nirxandinan kir destnîşan kir, ji ber erdheja ku doh êvarî pêk hat qubbeya Mizgefta Nû ya ku sed salan li ser pîyaye ruxîya û dû re wiah got: “Camî ji bo tedbîrê ji bo îbadetê hat girtin. Înşallah di demeke kurt de tadîlata wê bê kirin û ji îbadetê re bê vekirin.”

Dervîş Ceyhan jî derbarê mijarê de destnîşan kir doh êvarî li Xarpêt û Malatyayê erdhejeke mezin pêk hat û dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xweda ji bo gunehan bixe kefaret. Di erdhejê de qubbeya mizgefta me ya 100 salî rûxîya. Niha camî ji îbadetê re hatiye girtin. Piştî tadîlatê dê ji îbadetê re bê vekirin.”(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir