• DOLAR 32.585
  • EURO 35.035
  • ALTIN 2457.692
  • ...
Weqfa Yetîman û Kerwana Umudê li herêma erdhejê dest bi alîkarîyan kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî erdheja ku pêk hat re Weqfa Yetîman digel ekîba xwe ya ku ji 20 kesan pêk dihat çû Xarpêtê.

Serokê Weqfê Fîkrî Karavîl jî beşdarî koma alîkarîyê bû.

Ekîba weqfê ya ku gihaşt herêma erdhejê dest bi xebatên alîkarîyê kir. Weqf vê şeveqê şorba ji welatîyan re belav kir.

Weqf her wisa kona xwarina germ danî û rayedar destnîşan kirin ku ew ê rojê 3 danan xwarin belav bikin.

Karavîlê Serokê Weqfê derbarê mijarê de destnîşan kir: “Welatîyên me ji ber erdhejê li derve man. Em hewl didin ji wan re bibin alîkar. Alîkarîyên me berdewam dikin.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir