Serokwezîra Almanyayê hat Stenbolê
Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê ji ber vexwandina Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hat Stenbolê.
Merkela ku dê li Stenbolê hinek ziyaretan bike dê bi Serokomar Erdogan re hevdîtinê bike. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ew ê di hevdîtinê de pêwendîyên dualî, pêwendîyên Tirkîye-Yekîtîya Ewrûpayê û mijarên mîna van bên nirxandin.(ÎLKHA)