Li Enqerê di mezinahîya 4.5 û 3.8an de du erdhej pêk hat
Li gorî daneyên ku ji teref Serokatîya Birêveberîya Rewşa Acîl û Afetê ve hatine belavkirin; li Akyurta navçeya Enqerê derdora seat 06.54an de di mezinahîya 4.5an de erdhejek pêk hat.
Erdhej 14 kîlometreyan di bin erdê de pêk hat.
Tê diyarkirin derdora seat 06.42yan de jî di mezinahîya 3.8an de erdhejeke din jî pêk hatiye.(ÎLKHA)