• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Li Entabê TIR û otomobîlek li hev qelibîn: 2 mirî 3 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihadnin li Nurdagiya navçeya Entabê TIR û otomobîlek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kesên bi navê Muhammed Elcuneyd û lawê wî Husam Elcuneyd canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Qeza li ser 7emîn kîlometreya Rêbeja Nurdagi-Entabê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otomobîla bi plaqeya 79 AAD 579 a ku ajokarê wê Muhammed Elcuneydê Sûrîyeyî bû û TIReke bi plaqeya 33 BYL 86 li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku pêk hat de Muhammed Elcuneydê Sûrîyeyî û lawê wî canê xwe ji dest dan û xanim û 2 zarokên wî jî birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

A.D.yê ku ajokarê TIRê bû hat binçavkirin û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir