Çavuşoglu: Em nikarin bibêjin agirbest bi temametî xera bû
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê derbarê êrîşên ku ji teref rejîma Sûrîyê û Rûsyayê ve li hember Îdlîbê tên kirin de destnîşan kir: “Em nikarin bibêjin agirbest bi temametî xera bû.”
![Çavuşoglu: Em nikarin bibêjin agirbest bi temametî xera bû](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/DGFnjDYduuOQUrVvAYSF43KKVXg=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/03/cavusoglu-em-nikarin-bibejin-agirbest-bi-temameti-xera-bu-4bb384c8.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Berî vê çend rojan di encama lihevkirina ku hatibûn kirin de ji bo Îdlîbê agirbest hatibû îlankirin; lê belê doh rejîma Sûrîyê û Rûsya bi balafirên şer êrîş birin li ser Îdlîbê û di encama êrîşa ku hat kirin de 10 kesên sîwîl canê xwe ji dest dan û nêzî 20 kesan jî birîndar bûn.
Ji teref Wezareta Karên Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Çavuşoglu di daxuyanîya ku da destnîşan kir; ji ber êrîşan gelek sîwîl canê xwe ji dest dan û gelek sîwîl jî mecbûr man ku malên xwe terk bikin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Em nikarin bibêjin agirbest bi temametî xera bû.Lê divê êrîş bên sekinandin, heke na ev bi vî awayî nameşe.”(ÎLKHA)