Hafter metna agirbestê îmza nekir
General Hafterê ku ji bo agirbesta li Lîbyayê çûbû Moskovayê metna agirbestê îmza nekir û ji Moskovayê veqetîya.
![Hafter metna agirbestê îmza nekir](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/o0O9mx5E2EXMxcUsWjHjMWzxFbU=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/03/hafter-metna-agirbeste-imza-nekir-6b108d6c.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Hat ragihandin General Hafterê ku ji bo agirbesta li Lîbyayê çûbû Moskovayê metna agirbestê îmza nekir û ji Moskovayê veqetîya.
Hafter doh rojek wext xwestibû da ku li ser metna agirbestê bifikire.Lê belê li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Hafter metna agirbestê îmza nekir û ji Moskovayê veqetîya.
Serokwezîrê Hikûmeta Mutabaqata Neteweyî Fayîz es-Sarrac metna agirbesta ku qala wê tê kirin doh îmza kiribû.(ÎLKHA)