• DOLAR 32.482
  • EURO 34.817
  • ALTIN 2440.958
  • ...
Îngîltere ji Îranê re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh li Tahrana paytexta Îranê ji bo kesên ku di encama ketina balafira Ukraynayê de canê xwe ji dest dabûn bên bîrananîn bername hat lidarxistin. Rob Macaîreyê Sefîrê Îngîlterê yê li Tahranê jî beşdarî vê bernamê bû û ji teref Îranê ve bi îddîaya ku fealîyetên xerakirinê dikir hat binçavkirin û piştî çend seatan hat berdan.

Wezîrê Karên Derve yê Îngîlterê Dominic Raab ji ber binçavkirina ku hat kirin ji Îranê re bertek nîşan da û destnîşan kir “Sefîrê me yê Tahranê belesebeb hat binçavkirin ku ev yek bi şikleke eşkere îhlala hiqûqa navneteweyî ye.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir