Trump destek da xwepêşanên li Îranê
Serokê Amerîkayê Donald Turmp destek da xwepêşanên ku ji ber xistina balafira Ukraynayê li Îranê hatin destpêkirin.
Doh rayedarên Îranî destnîşan kiribûn ew balafira Ukraynayê bi xeletî xistine xwarê ku piştî vê daxuyanîyê li Îranê hat xwestin kesên di xistina balafirê de canê xwe ji dest dane bi bîr bînin, lê belê ev bernameya bîranînê piştî demekê bûn xwepêşan.
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê derbarê van xwepêşanên ku li Îranê hatin lidarxistin de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.
Trump di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir “Rêveberîya min ew ê digel we be. Ji destpêka serokatîya min vir ver ez li ba we me û ew ê birêveberîya min her tim digel we be. Em protestoyan ji nêz ve taqîb dikin û ji cesareta we îlhamê distînin.”(ÎLKHA)