• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Amerîkaya îşxalker li Efxanistanê 5 hezar û 400 sîwîlan qetil kir 102 camîayan xera kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Talîbanê ve hat belakirin de hat diyarkirin; Amerîkaya îşxalker û hêzên ku destekê jê distînin li Efxanistanê di nava salekê de 5 hezar û 400  kesên sîwîl qetil kirin û 102 camî jî xera kirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Berdevkê Talîbanê Zebîullah Mucahîd ve hat belavkirin de hat destnîşankiirn  102 camî û gelek warên îbadetê ji teref Amerîka û hêzên hikûmetê ve hatin tahrîbkirin. Mucahîd di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Di sala 2019an de li Efxanistanê ji teref Amerîka ve 5 hezar û 423 kesên sîwîl hatin kuştin û di êrîşan de tevde 3 hezar û 284 sîwîl jî birîndar bûn. Her wisa Amerîka êrîş bir li ser 102 camîyan, 11 warên dînî, 18 mekteb, 1650 mal, 1719 dikan û 881 wesayîtan.”

“Herî zêde sîwîl ji teref Amerîka û hêzên hikûmetê ve hatin kuştin”

Li gorî raporta ku sala borî ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hat belavkirin berpirsê sereke ya wan sîwîlên ku li Efxanistanê hatine kuştin Amerîka û hêzên hikûmeta Kabîla ku pêlîstoka Amerîkayê ye. Li gorî rapora ku ji bo 3 mehên ewil ên sala 2019an hatiye amadekirin  dîsa kesê ku ji mirinên sîwîlan ên li Efxanistanê mesûl e Amerîka ye.

Di 10 salên dawî de zêdetirî 41 hezar kes canê xwe ji dest dan

Amerîkaya îşxalker a ku êrîşên 11ê Îlonê ji xwe kir bihane di sala  2001an de Efxanistanê îşxal kir. Ev îşxala ku di sala 2001an de hat destpêkirin hêj berdewam dike û ev îşxal bû sedema mirina bi hezaran kesên sîwîl.  Efxanistan cara ewil di sala 1979an de ji teref Sovyetan ve hat îşxalkirin, hêj birînên vê îşxalê nehatibû pêçan ku vê carê di sala 2001an de Amerîka, Efxanistanê îşxal kir ku ev yek di her warî de zirareke pir mezin da Efxanistanê. Bes di 10 salên dawî de zêdetirî 41 hezar kes canê xwe ji dest dan.

Qetlîamên ku “bi xeletî” ji teref Amerîka ve hatine kirin!

Dema ku dîrok 3yê Nîsana sala 2018an nîşan dide Amerîkayê îşxalker û emperyalîst li Kunduza Efxanistanê bi balafiran êrîşî medreseyekê kir û zarok, xwendevan û xoce di nav de zêdetirî 100 kesên sîwîl qetil kir.  Raya giştî û çapemenîya cîhanê wek wan qetlîamên berê, xwe li ber vê qetlîamê kerr û lal û kor kir û dengê xwe ji Amerîkayê re nekir.

Ji êrîşa ku ji teref Amerîka ve hat kirin re Talîban hincet hat nîşandan; lê belê kesên ku hatin şehîdkirin hema hema tev zarok û xwendekar û yên din jî kesên sîwîl bûn. Kesên ku hatibûn şehîdkirin wê rojê hazirî dikirin ku îcazeta xwe werbigirin. Ji ser vê qetlîamê salke derbas bû lê belê hêj mesûlên vê qetlîamê j edaletê re nehatin teslîmkirin.

Li gorî raporta Koma Parastina Sîwîlan di Adara meha sala 2018an de di encama êrîşên ku hatin kirin de herî kêm 121 sîwîl hatin qetilkirin û 322 kesên sîwîl jî birîndar bûn. Amerîkaya îşxaler di destpêkê de vê qetlîama ku ji teref wan ve hatibû kirin qebûl nekir û destnîşan kir endamên Talîbanê hatine kuştin. Lê belê piştî demekê Amerîkayê îşxaler û şeytanê mezin bi daxuyanîyeke sosret qetlîama sîwîlan a ku ji teref wan ve hat kirin li ser xwe girt.(ÎLKHA



Bu haberler de ilginizi çekebilir