Konseya Ewlehîya Neteweyî ya Amerîkayê kom bû
Piştî operasyona ku ji teref Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê ve li baregahên Amerîka hat kirin re Konseya Ewlehîya Neteweyî ya Amerîkayê di serokatîya Trump de kom bû.
Hat ragihandin piştî operasyona ku ji teref Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê ve li baregahên Amerîka hat kirin re Konseya Ewlehîya Neteweyî ya Amerîkayê di serokatîya Trump de kom bû.
Berdevkê Qesra Spî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Stephanie Grishamê Berdevkê Qesra Spî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir, Trump derbarê operasyona ku ji teref Îranê ve hatiye kirin de hat agahdarkirin û dû re wiha got: “ Haya me ji wan xeberên êrîşê yên ku li Iraqê li dijî tesîsên Amerîka hatin kirin heye. Serok di vî warî de hat agahdarkirin û ew rewşê ji nêz ve taqîb dike û digel ekîbê ewlehîya neteweyî dixebite.”(ÎLKHA)