• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Îran: Em ê li gorî tu taahhudên di peymana nukleer de hereket nekin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin, Îran dê li gorî tu taahhudên di peymana nukleer de hereket neke û bi şikleke bêsînor uranyuma dewlemendkirî bihilberîne.

Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Abbas Musawî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Musawî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kiribû; “Qerar hatibû dayîn da ku gava 5emîn bê avêtin, lê belê dema ku em li şert û mercên îro dinêrin ew ê bo vê yekê civîneke muhîm bê tertîpkirin. Dibe ku qerarên ku di vê civînê de bên standin tesîrî qerarên berî xwe bikin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir