• DOLAR 32.727
  • EURO 35.275
  • ALTIN 2448.712
  • ...
Qasim Suleymanî di êrîşa Amerîkayê de canê xwe ji dest da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Qasim Suleymanîyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayê Muhafizên Şoreşa Îranê ye  di êrîşa Amerîkayê de canê xwe ji dest da.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Amerîka bi mûşekan êrîş bir li ser kerwana Haşdî Şabî ya li Balafirgeha Baxdayê ya Navneteweyî.

Di encama êrîşa Amerîkayê de Qasim Suleymanîyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayê Muhafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Serokê Haşdî Şabî Ebu Mehdî El Muhendis canê xwe ji dest dan.

Televîzyona dewleta Îranê êrîşa ku hat lidarxistin de teyîd kir.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir