• DOLAR 32.339
  • EURO 34.891
  • ALTIN 2393.414
  • ...
Hejmara malbatên ku beşdarî nobeda ewladan bûn derket 63yan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin  çalakîya wan malbatên ku zarokên wan ji teref HPD/PKKê ve hatine xapandin û hatine revandin li serê çiyê, li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê berdewam dike, bi beşdarbûna malbateke din hejmara malbatan derket 63an.

Esmer Koça ku qîza wê Zubeyde Koç di sala 2013an de li Şêmzînana Colemêrgê hatiye revandin serê çiyê ji bo qîza  beşdarî çalakîya li ber HDPê bû.

“Ew kesên ku qîza min revandin niha li Wanê di girtîgehê de ne”

Dayika bi navê Esmer a ku qîza wê hatiye revandin derbarê mijarê de wiha axivî: “Zubeyde ji teref 4 kesan ve hat revandin. Kesa bi navê Bîrgul Gurdal bi hinceta danûstandina îdê qîza min êvarî bir sûkê. Sezer Gurdal, Rêber Şakar, Bîrgul Gurdal û Yusuf Şakar êvarî ji gund pêkve çûn sûkê. Lewra Bîrgul Gurdal êvarî qîza min biribû sûkê. Ji wê derê qîza min birin gunê Eskîbogazê. Di pêvajoya çareserîyê de her tim li gundê Eskîbogazê PKK hebû û qîza min li wê derê teslîmî  yekî PKKyî kirin. Qîza min di pêvajoya çareserîyê de hat revandin. Ew kesên ku qîza min revandin niha li Wanê di girtîgehê de ne.”

“Ez ji qîza xwe qet xeberê nastînim”

Esmer di berdewam axavtina xwe de diyar kir ew ev bû 7 sal ku li qîza xwe digere û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ne wê şanî min dan ne jî derheqê wê de tiştekî dibêjin. Ez ji qîza xwe qet xeberê nastînim. Sax e an mirî ye qet nizanim. Ez li Şemzînanê çûm avahîya HDPê û li wê derê girîyam. Min ji wan re got ku qîza min nexweş e û bi amelîyat e. Min ji wan re got nivîsekê bidin me da ku dema min qîza xwe ji PKKê xwest da ku bidin min.Lê bi min kenîyan.”

 “HDPyîyan li Şemzînanê gefê li me xwarin û gotin cihê we li vê derê tune ye”

Dayika Esmer di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji ber ku qîza wê hatiye revandin doz vekiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Belgeya dozê ji min re anîn û gotin ku te derheqê Sezer Gurdal, Rêber Şakar, Bîrgul Gurdal û Yusuf Şakar de doz vekiriye. Ger tu gilîya xwe nekşînî tu nikarî li Şemzînanê bimînî.  HDPyîyan li Şemzînanê gefê li me xwarin û gotin cihê we li vê derê tune ye. Ê ku nizanibe ew ê zen bike Şemzînan malê wan a bi tapu ye. Ez ê dev ji bê dozê bernadim. An ew ê qîza min bînin an jî ew ê di zindanan de birizin. Ez ê heqê qîza xwe ji wan re nehêlim.”

Esmer di dawîya axavtina xwe de bang li qîza xwe kir û got  “Tu kes li wê derê nikare ji te re dayiktîyê bike. Were, teslîmî leşker û polêsan bibe.Ez li vê derê benda te me. Ez her tim ji bo te digirîm. Ew der ne cihê te ye, bazde were.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir