Siyonîstên îşxalker cara 170emîn gundê El-Araqîbê xera kirin
Siyonîstên îşxalker û terorîst kon û wargehên gundê El-Araqîba ku li herêma En-Naqaba ku ji teref îşxalê ve bi şikleke fermî nayê naskirin, cara 170emîn xera kirin.
![Siyonîstên îşxalker cara 170emîn gundê El-Araqîbê xera kirin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/Mp97PSP_4ac56knzvh5DZkpei6A=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/01/siyonisten-isxalker-cara-170emin-gunde-el-araqibe-xera-kirin-3b191243.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Hat ragihandin siyonîstên îşxalker û terorîst kon û wargehên gundê El-Araqîba ku li herêma En-Naqaba ku ji teref îşxalê ve bi şikleke fermî nayê naskirin, cara 170emîn xera kirin.
Serokê Komîteya Gel a Parastina El-Araqîbê Ehmed Xelîl Et-Turî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Ehmed di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir, siyonîstên terorîst ehlê gundê sûcdar dikin û zextan li wan dikin da ku gundî terka gundê xwe bikin.
Ehmed di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, siyonîst her çi qas zext û zordarîyan li wan bikin da ku gund bê belavkirin ew ê dîsa li gundê xwe bimînin û terka wê nekin.(ÎLKHA)