• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Dîya 4 şehîdên Sûsayê hat definkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di 26ê Hezîrana sala 1992yan de PKKyîyên hov û dest bixwîn li Sûsaya Farqîna Diyarbekirê di ser Mizgefta Sûsayê de girtin û Mislimanan ji xwe kirin hedef. Di wê êrîşa ku wê rojê ji teref PKKyîyên hov ve hat kirin de 4 jê birayên hev tevde 10 Mislimanan hatin şehîdkirin.

Remzîye Fîdanciya ku dîya van 4 şehîdên Sûsayê ye doh li nexweşxaneya ku lê hat rakirin wefat kir.

Fîdanci doh li Goristana Sûsayê piştî nimêja cinazê ji teref nas û hezkirîyên xwe ve hat definkirin.

Remzîya Fîdanci dîya 4 şehîdên bi navê Zekî, Mekîn, Saîd û Medenî bû.

Piştî karên definkirinê Serokê Bajara Diyarbekirê yê HUDA PARê Osman Aktaş derheqê şehîdên Sûsayê de wisa got: “Sûsa ew der e ku lê Mislimanan bi şikleke hovane hatine qetilkirin. 4 birayên me yên ku ji malbata Fîdanci bûn di sala 1992yan de ji teref PKKê ve di camîyê de hatin şehîdkirin. Ne mimkûn e ku em wanan ji bîr bikin. Îro jî ji ber minasebeta wefata dîya van 4 şehîdan li vê derê ne. Me  xaltîya xwe ya Remzîye jî li goristana Sûsayê definkirin.Mirin li ber me hemîyan e.Rebbê min şehadeta wan qebûl bike û wan ji dê û bavên wan re bike şefaatkar.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir