Serîlêdanên mamostetîyê dê di navbera 6-10ê Çileyê de bên kirin
Wezareta Perwerdehîya Neteweyî dîroka muracata ji bo mamostetîyê ragihand.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Perwerdehîya Neteweyî ya Tirkîyê ve hatiye belavkirin; kesên ku namzedê mamostetîyê ne dê karibin di navbera 6-10ê Çileyê de ji ser malpera wezaretê tercîhên xwe bidin.
Ew ê tevde 20 hezar mamoste bên girtin wezîfê.(ÎLKHA)