HUDA PAR sala xwe ya 7emîn pîroz dike
HUDA PARa ku bi şîara “Siyaseta Dirist û Edaleta Rastî” dest bi siyasetê kir salvegera xwe ya 7emîn bi bernameya ku tertîp dike pîroz dike.
![HUDA PAR sala xwe ya 7emîn pîroz dike](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/QBGYU-JFzPAT9-Egk_G2idugfwQ=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/19/51/huda-par-sala-xwe-ya-7emin-piroz-dike-b2ca9ba5.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
HUDA PARa ku di 19ê Kanûna sala 2012an de bi şîara “Siyaseta Dirist û Edaleta Rastî” dest bi siyasetê kir salvegera xwe ya 7emîn bi bernameya ku li Diyarbekirê tertîp dike pîroz dike.
Bername li Salona Konferansê ya Mala Mamosteyan a Diyarbekirê tê tertîpkirin. Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam, birêveberên partîyê, rayedarên ÎTTÎHADUL ULEMAyê, temsîlkarên STKyan, rîspî, endamên çapemenîyê, dawetvan û gelek partî beşdarî bernamê bûn.
Bername bi tîlaweta Kur’ana Kerîm dest pê kir.
Piştî tîlaweta Kur’ana Kerîm sînevîzyona ku tê de polîtîkayên partîyê yên nava welêt û derveyî welêt û gelek axavtin hebûn hat weşandin.
Piştî nîşandan sînevîzyonê bername bi axavtina Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Huseyîn Yilmaz berdewam kir.(ÎLKHA)