• DOLAR 34.197
  • EURO 38.154
  • ALTIN 2916.188
  • ...
Weqfa Kerwana Umudê li Yemenê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê xebatên ku li Yemenê berdewam dikin de ji teref Navenda Giştî ya Weqfa Kerwana Umudê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di meha mijdarê de ji bo bi sedan malbatên feqîr re di buhaya 75 hezar TL alîkarî hatiye kirin.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin ew ê xebatên wan ên alîkarîyê ji bo Yemenîyan berdewam bikin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Em wek Weqfa Kerwana Umudê ji sala 2015an vir ve li Yemena ku lê ji ber şer însan mexdûr dibin xebatên alîkarîyê dikin. Di meha mijdarê de li 3 herêmên cûda yên li Yemenê ji bo bi sedan malbatên feqîr di buhaya 75 hezar TL alîkarî kir. Înşaallah ew ê xebatên me yên alîkarîyê berdewam bikin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir