• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Muhammed Dahlan hat têxistin “kategorîya sor”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Wezareta Karên Hundir ve Muhammed Dahlan hat têxistin “kategorîya sor a lîsteya kesên ku ji terorê tên lêgerîn.”

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Hundir ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin;digel “Muhammed Dahlan” 9 endamên rêxistinê hatin têxistin lîsteya kesên ku ji terorê tên lêgerîn.

Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hundir di daxuyanîya xwe ya ku berî niha belav kiribû de destnîşan kiribû: “Em derheqê Dahlan de xebatekê dikin, ew ê bê têxistin lîsteya sor.”

Dahlan kî ye?

Dahlanê ku wek “Qatilê bi kirê” yê Rojhilata Navîn  tê binavkirin tê diyarkirin di pey kuştina Yaser Arafatê lîderê El Fetîh de heye.

Navê Dahlan di wê dorpêça ku li Misir û Qatarê tê sepandin de û di wan êrîşên xwîndar ên ku li Yemenê tên kirin de jî derbas dibe.

Her wisa tê diyarkirin Dahlan desteke maddî daye FETOyê ku teşebûsî darbê kir.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir