Barzanî derheqê wefata Şêx Sidîq Ebdulezîz de peyama tazîyê weşandin
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî ji bo Şêx Sidîq Ebdulezîzê rêberê berê yê Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê peyama tazîyê weşand.
Şêx Sidîq Ebdulezîzê Rêberê berê yê Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin doh rehmet kir. Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî ji bo Şêx Sidîq Ebdulezîzê rêberê berê yê Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê peyama tazîyê weşand.
Barzanî di peyama xwe ya tazîyê de wisa got:
“Ez ji bo malbat û nasên Şêx Sidîq Ebdulezîzê rêberê berê yê Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê yê ku rehmet kiriye sersaxîyên xwe tînim zimên.Êşa malbata wî wek êşa xwe dibînim. Xweda wî bi cenneta xwe şa bike û sebrê bide malbata wî.”(ÎLKHA)