• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Şêx Zakzakî hat naqilkirin Girtîgeha Kaduna
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Mahkemeya Bilind a Kadunayê îddîa kir ew cihê ku Lîderê Harekata Îslamî yê Nîjeryayê Şêx Îbrahîm Zakzakî û Zeenat Zakzakîya xanima wî ji wî cihê ku lê dihatin binçavkirin, ji bo tenduristîya Şêx Zakzakî nebaş e û wanan neqlî Girtîgeha Kadunayê kir.

Yahya Muhammed Sojeyê Koordînatorê Medyayê yê Harekata Îslamî yê Nîjeryayê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Yahya di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, gelek nexweşî bi Zakzakî re hene û şert û mercên girtîgehê ji bo wî nabin. Yahya dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: " Pêdivîya Şêx Îbrahîm Zakzakî û Zeenat Zakzakîya xanima wî ji dermankirina bi lez re heye."

Harekata Îslamî yê Nîjeryayê jî derbarê mijarê de danezanek belav kir. Di danezana ku hat belavkirin de ji rewşê re bertek hat nîşandan û hat xwestin ku Şêx Îbrahîm Zakzakî û Zeenat Zakzakîya xanima wî zû bên berdan.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir