Xwepêşanên li Fransayê berdewam dikin
Li Fransayê xwepêşanên ku berî vê çend mehan dest pê kiribûn bênavber berdewam dikin.
Hat ragihandin doh li Fransayê li 250 xalên cûda bi beşdarbûna 806 hezar kesan xwepêşan û grev hatin lidarxistin. Di midaxeleya ku li xwepêşandêran hatin kirin de 90 kes hatin binçavkirin û 3 rojnameger jî birîndar bûn.
Li gorî reqemên fermî 806 hezar kes beşdarî xwepêşanan bûn, lê belê ev reqem li gorî sendîqayan milyonek û nîv e.
Li Parîsa paytexta Fransayê 250 hezar kes birêveberîya Macron protesto kirin. Rayedarên ewlehîyê ji ber xwepêşanên ku tên lidarxistin 6 hezar polêsan wezîfedar kirin.
Ji ber xwepêşanên ku êlekzer beşdarî bûn Birca Eyfelê hat girtin û ekserîyeta seferên trênan hatin betalkirin û ji sedî 80yê mamosteyên mekteban dev ji kar hat berdan. Her wisa hat hînbn Aîr France, Transavîa û Ryanaîr jî ji ber grevê gelek seferên xwe betal kirin.(ÎLKHA)