• DOLAR 32.88
  • EURO 35.242
  • ALTIN 2464.174
  • ...
Pêşnûmaya Ermenîyan cardin hat astengkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin dengdayîna pêşnûmaya qerarê ya ku tê de “bi şikleke fermî naskirina qirkirina ermenîyan” heye li Amerîkayê cardin hat astengkirin.

Pêşnûma ji teref Senatorê Komarevan Kevîn Cramer ve hat astengkirin.

Cramer di axavtina xwe ya ku li senetoyê kir de derbarê mijarê de wiha got: “Serok Trump li Lûtkeya NATOyê ya ku li Londrayê hat tertîpkirin bi Seromarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir û vegerîya. Biya   niha ne wextê wê ye ku ev pêşnûma li vê derê bê qebûlkirin. Ev pêşnûma zirarê dide hewldanên dîplomatîk a birêveberîya Trump.”

Cramer di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji ber daxwaza Qesra Spî gaveke wisa avêtiye.

Pêşnûma berî niha jî du caran hatibû astengkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir