200 koçber hatin girtin
Ji teref ekîbên Ewlehîya Beravê ve li Çanakkale, Îzmîr û Aydinê 200 koçber hatin girtin.
![200 koçber hatin girtin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/QSqHzWWraUoMkLc0M60CxG8SAuA=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/19/49/200-kocber-hatin-girtin-3b3b9658.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Hat ragihandin ji teref ekîbên Ewlehîya Beravê ve li Çanakkale, Îzmîr û Aydinê 200 koçber hatin girtin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Hundir ê Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, ji teref ekîbên Ewlehîya Beravê ve li Çanakkaleyê 111, li Îzmîrê 49 û li Aydinê 40 koçber hatin girtin.
Hat ragihandin di nav koçberên ku hatin girtin de zarok û pîrek jî hene.
Koçber ji bo kirarîyên fermî hatin birin îdareyên koçê yên bajaran.(ÎLKHA)