Li Malezyayê ji ber baranê heta niha 16 hezar kes ji malên xwe hatin tahlîyekirin
Ji ber lehîyên ku rabûn li Malezyayê 16 hezar kes ji malên xwe hatin tahlîyekirin.
Ji heftîya borî vir ve li parêzgehên Kelantan û Terengganuya Malezyayê baran dibare, ji ber baranên ku zêde dibare lehî rabûn û gelek mal di bin avê de man. Ji ber lehîyên ku rabûn heta niha 16 hezar kes ji malên xwe hatin tahlîyekirin. Ji ber bobeleta ku pêk hatiye heta niha 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Rayedarên hikûmetê destnîşan dikin ji bo li her du parêzgehan tedbîrên zêde bên standin ew ê xebatan bidin destpêkirin.(ÎLKHA)