• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
“Divê  mexdûrîyetên ku ji ber lêpirsîna ewlehîyê pêk hatine bên çareserkirin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mahkemeya Makeqanûnê  şerta lêpirsînê ya “Di standina personelan de lazim e lêpirsîna ewlehîyê bê kirin kirin û li arşîvan bê mêzekirin” betal kir. Ji teref Serokatîya Karên Hiqûqê ya HUDA PARê ve  derheqê vê biryara Mahkemeya Makeqanûnê de daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin “îqtîdar serê xwe ji bo çareserîya vê problemê neêşand û vê meselê pavêt piş guhê xwe” û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Verastkirina ku hat ber Mahkemeya Makeqanûnê bi derengî be jî bi hinceta bi heqdar di 29.11.2019an de hat betalkirin. Piştî vê qerarê dema ku ji bo kamûyê personel hat girtin ew ê şerta ‘di standina personelan de lazim e lêpirsîna ewlehîyê bê kirin kirin û li arşîvan bê mêzekirin’ neyê mêzandin. Ev qerara Mahkemeya Makeqanûnê ji bo mexdûrîyetên pêk hatine muhîm e. Divê ew mexdûrîyetên ku ji ber lêpirsîna ewlehîyê û tehqîqeta arşîvê pêk hatine demildest bên çareserkirin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir